Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 24 SEP 2017 17:04 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Şanda PDK û YNK diçin Kerkûkê û çarenivîsa wê gotûbêj dikin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Şanda PDK û YNKê serdana bajarê Kerkûkê dike. Biryar e ew şand ligel Encumena Parêzgeha Kerkûkê bicive û pirsa çarenivîsa wê parêzgehê gotûbêj bikin.

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêzîk dê şanda PDK û YNKê serdana Kerkûkê bikin. Biryar e ew şand jibilî hatina Kerkûkê ligel aliyên navxwe yên Kurdistanê û bicive, herwiha serdana Bexdayê jî bike.”

Talebanî wiha got: “Encumena Parêzgeha Kerkûkê dixwaze Bexda demeke diyarkirî ji cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê re deyne, eger Bexda jî wî karî neke, Hikûmeta Kurdistanê û Encumena Parêzgeha Kerkûkê dê referandumê li Kerkûkê jî bikin.”

Li gorî Rêbwar Talebanî şanda hevbeş a PDK û YNKê dê wê dema diyarkirî ji bo madeya 140 ya ku daxwaza wan e ji Bexdayê, gotûbêj bikin.

 
 
 



Nûçeyên din

Bakur- Parêzerên 16 bajaran piştevaniya xwe bo referanduma Başûr ragihandin

SUNDAY, 24 SEPTEMBER 2017 13:09:48

Amed-KDP.info- Parêzerên 16 bajarên Bakurê Kurdistanê piştevaniya xwe bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê nîşan dan û daxwaz ji Tirkiyê kirin, li dijî referandumê dernekeve.

 
Serok Barzanî bo Mîr Tehsîn: Êzdî dê bighên hemû mafên xwe

SATURDAY, 23 SEPTEMBER 2017 18:09:24

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx û Encumena Rûhanî ya Êzdî kir û di wê hevdîtinê de Mîrê Êzdiyan tekez kir ku welatê wan Kurdistan e û Êzdî qet pişta Kurdistanê bernadin û dê hemû dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.

Berdevkê PDKê: Ti rêkeftineke ji bo paşxistina referandumê tune ye

SATURDAY, 23 SEPTEMBER 2017 18:09:12

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser peyama Bavel Talebanî ku di derbarê giştpirsiyê de hatiye belavkirin ragihand: “Ti agahiya me li ser rêkeftineke bi vî rengî tune ye.”

Necmedîn Kerîm: Bila hemû cîhan zanibe ku Kerkûk serxwebûnê dixwaze

SATURDAY, 23 SEPTEMBER 2017 18:09:23

Hewlêr-KDP.info- Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îro li bajarê Kerkûkê ragihand ku, ew derfeta niha bi detketiye ya hemû xelkê Kurdistanê ye, li Bakur, Rojhelat û Rojava, xelik dibînin bi çi awayî çaverêya roja Dûşemê dikin daku, biçin ser sendoqên dengdanê.

Serok Barzanî: Dema wê hatiye em bêjin êdî bes e..Kurd bê razîbûna xwe hatine perçekirin

SATURDAY, 23 SEPTEMBER 2017 15:09:54

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Em dikarin di bin çavdêriya civaka navdewletî de, ji bo serxwebûnê, li ser mijara sînor, av, petrol û gaz û herwiha hemû mijarên din, li gel Bexdayê bigihin rêkeftinê. Em dikarin bibin du cîranên pir baş û hevkariya hev bikin da ku ti pirsgirêkên me nebin. Em dikarin salekê heta du salan jî bisekinin.”



 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP