Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 9 MAY 2024 00:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê: PKK mezintirîn arîşe ye ji Ewropa re..Fransa ligel fedraliya Rojava ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info dibêje, Fransa bi riya Kurdan dixwaze derbasî nava Rojhilata Navîn bibe. Herwiha dibêje jî, PKK mezintrîn arîşe ye ji Ewropa re.

Derbarê rola Fransa di Rojhilata Navîn de, beriya şerê DAIŞê û piştî hatina DAIŞ, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê ragihand: “Piştî hatina DAIŞê, Fransa di cih de hat ser xetê, ji ber ku ew aliyê sereke bûn di çêkirina rêkeftina Sakis Bîko de. Siyaseta derve ya Fransa êdî ber bi lawazbûnê ve diçû, ji ber ku Sûriyê ji destê wan çûbû û Libnan ketibû bin destê Îranê de, herwiha Amerîka destê xwe danîbû ser Iraqê, lewma jî piştî hatina DAIŞê di cih de Serokê Fransa hat Herêma Kurdistanê û biryar dan ku tevlî Hevpeymaniya Navdewletî bibin. Fransa hêviya xwe Iraq û Sûriyê qût kir û biryar da ku êdî hêviya xwe bavêje ser Kurdistanê. Fransa dixwaze bi riya Kurdan vegere Rojhilata Navîn û niha Fransa ji hemû welatan zêdetir giringiyê bi Herêma Kurdistanê dide. Fransa êdî fêm dike ku Kurd ji ber wan ev 100 sal e ku êş û nexweşiyan dibîne, lewma jî dixwaze birînên me derman bike.”

Elî Dolemerî wiha got: “Gelek berjewendiyên Fransa ligel Îranê hene û em dizanin Îran serxwebûna Kurdistanê naxwaze, lê hink tişt hene ku divê em bikin defakto û em referanduma Başûrê Kurdistanê li ser cîhanê feriz bikin. Niha dewletekî Kurdî bihêz hebe ji Tirkiyê re baştir e ji Iraqeke Şîiî bihêz.”

Dolemerî derbarê nêrîna Fransa û Ewropa li ser Bakurê Kurdistanê û pirsa PKKê, ragihand: “PKK mezintirîn arîşe ye ji wan re. Niha nêzîkî 2 milyon Kurdên Tirkiyê li Ewropa dijîn û nêzîkî nîv milyon ji wan PKK ne. Ew mezintirîn arîşe ne ji Fransa û Almanya û Beljîka re. Niha piraniya qaçaxçiyên madeyên hişber ji Afganistan û heta nava dilê Ewropa endamên PKKê ne û ji bo bidawîhatina wî karî jî Tirkiye alîkariya welatên Ewropa nake. Enqere jî naxwaze pirsgirêka PKKê çareser bibe û eger bixwaze dê zû çareser bibe. Lê bi nêrîna min Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan niha piştî ku di referandumê de bi ser ket, dê wê pirsgirêkê çareser bike. Lê Ewropa li dijî wê guhertina sîstema Tirkiyê ye, ji ber ku bi nêrîna wan dê Tirkiye ber bi dîktatoriyetê ve biçe.”

Derbarê perçeyên din ên Kurdistanê jî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha domand: “Fransa ligel çareserkirina aştiyane ji pirsa Kurd re li herçar perçeyên Kurdistanê û Kurdan jî han didin ku bi aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li Sûriyê jî Fransa ligel nemana Beşar Esed e li ser deselatê û herwiha ligel fedraliyê ye ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:50

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ragihand:“Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn. Dê lihevkirineke me ya nû ligel Îranê hebe.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê pêşeroja Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:44

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewş û debara welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê.

 

Balyozê Îspanya: Haya me ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî liBalyozê Îspanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku haya wan ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Artêşa Pasdaran civiyan

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:05

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin û herdu alî tekezê li ser giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dikin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê li ser bazirganiya bi Îranê re gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:17

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 07.05.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel Asir Dawud El-Xurêzî Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqa Federal ku niha bi serdanekê li Tehranê ye, peywendî û asta tevgera bazirganî ya Iraq û Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamî ya Îranê nirxandin.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact