Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 03:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Xelkê Xanesorê: Tişta ku DAIŞê nekir, PKKê li hemberî me dike
| KDP.info


 

Şingal-KDP.info- Welatiyên komelgeha Xanesorê ya ser bi Şingalê ve, behsa êş û nexweşiyên xwe di bin destê çeteyên PKKê de dikin û dibêjin, bi zorê keç û jinên me direvînin û heta niha 72 zarok ji me revandine, ku temenê wan di bin 15 salî de ye.

Feysel Elî ku xelkê Xanesorê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li Xanesorê zarokên 10 salî heta 15 salî direvînin. Herwiha ew çekdar xelkê nexweş û dîn jî direvînin û tevjî xwe dikin, ku ji wan re dibêjin emê we bibin şerê DAIŞê lê wan dibin Qendîlê. Malbatên wan kesan diçin cem PKKê û daxwaza zarokên xwe ji PKKê dikin, lê PKK guh nade wan. PKK birayekî min revand, lê me bi zorê ji wan stand. Ew zarokê 12 salî çi ji çekdariyê û siyaseta PKKê fêm dike?.”

Feysel Elî wiha domand: “Xelkê Xanesorê gelek êş û nexweşî ji destê PKKê dîtine. Qet ew gotin nerast e, dema dibêjin Kurdên Êzdî ligel PKKê ne. Li deverekê mîna Xanesorê ku xelkê wê 35 hezar kes in, çekdarên PKKê 72 kes jê revandine, ku hemû bi zorê birine. Di dema DAIŞê de mala me wisa nehat wêrankirin, lê di dema PKKê de mala me xerab bû. Bi zorê çekên giran dibin ser malên welatiyan û kes newêre bêje ez qebul nakim.”

Heriwha yek ji kesayetiyên Xanesorê bi navê Dexîl Îdo ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê bi edyolojiya û siyaseta xwe ya xerab mejiyê keç û jinên me dişo, ew jî bê ku malbatên wam razî bibin. Keçên Êzdî dibin û wan çekdar dikin, ku li ser sînoran pereyan ji xelkê distînin. Li hemberî xelkê navçeyê karên neyasayî dikin. Xelk ji wan pir dilgiran bûne. Ez bawer nakim ku çekdarên PKKê ji Şingalê derkevin, lê Xanesor ne cihê PKKê ye.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact