Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 28 MAR 2026 02:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nûnerê PDKê li Rûsya: Mosko piştevaniyê li referanduma Kurdistanê dike
| KDP.info


Rûsya-KDP.info- Nûnerê PDKê li Rûsya Xoşewî Mela Îbrahîm behsa paşeroja Kurdistanê dike û dibêje, roj bi roj piştevaniyên ji pirsa serxwebûna Kurdistanê re zêdetir dibin û Rûsya jê yek ji wan welatan e ku piştevaniyê li referanduma Kurdistanê dike.

Xoşewî Mela Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke pir girîng de ye û asta dîplomatîk ya Herêma Kurdistanê ji berê pêşkeftîtir e, ku pêwendiyên wê yên bihêz ligel Yekîtiya Ewropa heye û niha ligel welatên ewropî gotûbêjan dike ji bo pirsa serxwebûnê. Li cem Rûsya jî Kurdistan xwedî pêgeheke teybet e û Mosko rola Serok Barzanî bilind dinirxîne. Herwiha li cem Amerîka jî niha pêwendiyên Kurdistanê bi îdareya nû ya Amerîka re pir baş in û bi dehan berpirsên wî welatî bi eşkere

piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan didin. Li ser asta welatên Erebî jî, Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke girîng e li navçeyê û nexasim jî di dema ku Serok Barzanî wek niha, serdana welatên Erebî dike, ew yek eşkere dibe û ew pêgeh dê bi erênî bandorê li ser paşeroja Kurdistanê bike. Serdana Serok Barzanî bo Urdinê welatên Erebî ji piştevaniya Kurdistanê nêzîk kirine, ji ber ku ji wan re eşkere bûye ku Kurdistan dê ciheke aram be li navçeyê.”

Nûnerê PDKê li Rûsya wiha got: “Li ser asta leşkerî de, Herêma Kurdistanê bûye mertal ji bo şikandina terorê li navçeyê û bûye beşek girîng ji hevpeymaniya navdewletî û gelek karên hevbeş pêkve dikin. Herwiha çend welatên mezin ên cîhanê li ser projeya rêkxistin û yekxistina Hêzên Pêşmerge dikin. Êdî piştevaniyeke bihêz ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê heye û nexasim jî gelên Amerîka û Rûsya piştevanî û piştgiriyê li referanduma gelê Kurdistanê dikin. Herwiha Hikûmeta Rûsya jî piştgiriyê li referanduma Kurdistanê dike.”




Nûçeyên din

Wezîrê Derve yê Amerîkayê sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

FRIDAY, 27 MARCH 2026 00:03:00

Hewlêr-KDP.info: Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi rêya telefonê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re axivî û piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan tekez kir.

Leyla Zana sersaxî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir

THURSDAY, 26 MARCH 2026 13:03:32

Hewlêr-KDP.info : Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyan di êrîşa mûşekî ya Îranê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.

 
Peyama nû ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêşmergeyên şehîd

WEDNESDAY, 25 MARCH 2026 19:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî ku tevlî behiya her şeş Pêşmergeyên şehîdbûyî bû, konferanseka rojnamevanî li dar xist û tê de sersaxî ji malbatên şehîdan, Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê re xwest û ji birîndaran re jî hêviya çarebûneke bilez kir.

Serok Barzanî beşdarî sersaxiya pêşmergeyên şehîd dibe

WEDNESDAY, 25 MARCH 2026 19:03:01

Soran-KDP.info: Serok Barzanî beşdarî sersaxiya wan şeş pêşmergeyên şehîd kir, yên ku di encama êrîşa mûşekî ya Îranê 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em nabin pişkek ji şerî

WEDNESDAY, 25 MARCH 2026 16:03:48

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Adarê li Soranê , Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sersaxiyê ya wan 6 Pêşmergeyan bû ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact